Nêçîrvan Barzanî: Ferset Sofî kesekî dilsoz bû

îro danê sibê koça dawî kiriye.
کوردستان TV
100%

Ferset Sofî beriya demekê bi Korona ketibû û îro canê xwe ji dest da.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî peyameke sersaxî belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje, “Dr. Firset Sofî her ji destpêka temenê xwe ve roleke giring di nav refên Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de gêra, paşê jî weke kadroyekî pêşketî di warê karê gelêrî de xwedan rol bû, herwiha wek parlamenterekî çalak û yasazanekî jêhatî roleke wî ya berçav di parlamentoya Kurdistanê de hebû. Şarezayî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr. Firset ew kiribû kesekî xweştivî û cemawerî.”

Nêçîrvan Barzanî ji dil ve xemgîniya xwe bo koça dawî ya Firset Sofî tîne ziman û dibêje, “piştî wergirtina posta parêzgarê Hewlêrê, pir bi dilsozî ve ji pirsgirêkên xelkê dipirsî. Gelek projeyên wî yên mezin hebûn ji bo pêşxistina zêdetir a bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgeha Hewlêrê, mixabin mirinê rê neda ku bêtir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.”

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.