Balefirên Îsraîlî çend cîhên leşkerî bordiman kirin

sûriye dibêje sê leşkerên hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ew cîhên han yên spaha pasdaran ya Îranê û artêşa Sûriyeyê bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balefirên şer yên Îsraîlê dîsa êrîşî ser pêgeh û cîhên leşkerî yên spaha pasdaran ya Îranê, çekdarên ser bi Îranê û artêşa Sûriyeyên yên di nava sînorên Sûriyeyê de kirine.

Balefirên şer yên Îsraîlê di êrîşa han de pêgehên spaha pasdaran, çekdarên ser bi Îranê û artêşa Sûriyeyê bordiman kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku cîhên bombekirî, pêk hatibûn ji cebelxaneyan, cîhê avêtina mûşekan û komelgehên leşkerî.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku ew bordimana han bersif dana êrîş kirine ser sînorên Îsraîlê li devera Colanê ye.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Sûriyeyê jî belav kiriye ku di êrîşê de 3 leşker hatine kuştin, çend leşker birîndar bûne û zirarên mezin bi cîhên bordimanê ketine.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.