Hêzên rizgariya Efrînê dibêjin me êrîşî ser artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve kiriye.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çalakiyên tolhildanê yên hêzên wan de li Efrînê 2 çete hatine kuştin û 2 ji wan giran, 4 leşkerên Tirk jî birîndar bûne.
Çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin.
HRE`yê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran ên li Efrînê, eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 11 û 16`ê Mijdarê li herêma Efrînê, li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker du çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin. Di her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
Her wiha di daxuyaniya HRE`yê de hate gotin ku di 12`ê Mijdarê de li ser rêya gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, li hemberî konvoyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di wê çalakiyê de 4 leşkerên Tirk birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e, her wiha wesayiteke zirxî hat derbkirin.
HRE`yê di dawiya daxuyaniya xwe de soza berdewamkirina çalakiyên tolhildanê yên li dijî dagirkeran da.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin