Biryar bû seat 10 û 30 deqîqeyan destpê bike.
Desteya Serokatiya parlementoya Kurdistanê ragihand ku civîna îro ya Serokatiya parlementoyê ya li gel serokên firaksiyonan yaku şanda hikûmetê jî têde beşdar dibe û dibaya seat 10 û 30 deqîqeyan were lidarxistin, hatiye paşxistin.
Serokatiya parlementoyê ragihandiye ku paşxistina civînê li ser daxwaza hikûmeta herêma Kurdistanê bûye jiber ku şanda hikûmetê yaku biryar bû dokomêntên taybet bi rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê pêşkêşî parlementoyê bike, amadekariyên xwe bi dawî ne aniye û nikare beşdarî civînê be lewre civîn hatiye paşxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin