HSD berpirsekî DIŞIê li gel du terorîstên DIŞIê girtiye

yek ji wan dema xwestiye malbetên Qaîdeyê ji kempê birevîne hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Dibêje yek ji wan dema dixwest malbetên Qaîdeyê ji kempê birevîne hatiye girtin.

Navenda ragihandina hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) belav kir ku roja 14ê Mijdarê hêzên wan di operasiyoneke hevbeş ya li gel hevpeymaniya cîhanî de karîne li Dêra Zorê berpirsekî DIŞIê binçav bikin.

HSD herwiha belav kiriye ku duhê jî dema terorîstekî DIŞIê xwestibû çend malbetên endamên Qaîdeyê ji kempa Hol birevîne ji aliyê HSDê ve hatiye girtin û di destê wan de jî çek hebûne.

Herwiha berpirsekî din yê DIŞIê duhê li bakarûê Şedadê ji aliyê HSDê ve hatiye girtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.