Çekdarên ser bi Tirkiyê ciwanekî Serê Kaniyê kuştin

zextên cîhadiyan dijî Kurdan her diçe zêdetir dibin.
کوردستان TV
100%

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ciwanekî li gundekî Serê Kaniyê dikujin.

Rewangeha Sûrî Mafên Mirovan belav kir, gruba Polîsê Leşkerî bi ser gundê Ezîziyê yê li rojavayê Serê Kaniyê de girt û dest bi lêgerên li malan û revandina xortan kir.

Da zanîn jî, di dema lêgera li malan de, ciwanek ji tirsa revandinê ji malê reviya, lê çekdaran gule bi awayekî rasterast li wî barandin û ew kuşt.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tawan, kuştin û revandina welatiyan ji aliyê çekdaran ve berdewam e.

Ji basnewsê hatiye wergirtin

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.