Hikûmeta Îraqê: Emê pereyên Kurdistanê bişînin

dibêje hikûmeta Îraqê pêbendî rêkeftina xwe dibe.
کوردستان TV
100%

Parlementoya Îraqê şandina pereyan red kiribû.

Piştî ku parlementoya Îraqê roja pêncşema hefteya derbasbûyî ragihandibû ku nabe hikûmeta Îraqê pereyên herêma Kurdistanê bişîne, îro duşem hikûmeta Îraqê daxuyaniyek weşand.

Di vê derbarê de Peyvdarê hikûmeta Îraqê Ehmed Mele Telal ragihand ku hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêbendî rêkeftina demkî ya du alîne û di çarçoveya rêkeftina han de hikûmeta Îraqê vê 320 miliyar dînar pereyan bo Kurdistanê bişîne.

Telal eşkere kiriye ku rixmî biryara parlementoyê, lê hikûmeta Îraqê pêbendî rêkeftinê dibe û pereyên han bo Kurdistanê dişîne.

Nav hatî diyar kiriye ku nabe di dema nêz bûna hilbijartinên pêşwext de hewl bo bikar anîna hin mijaran weke propagendeya hilbijartinan were dayîn jiber ku ew yek zirarê dide gelê Îraqê.

Telal herwiha diyar kiriye ku lazime weke her welatiyeke din yê Îraqî nizîkatî li hember welatiyên Kurdistanê jî were kirin anjî lazime Kurdistan vegera sala 2017an yaku referandûm kir.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.