15 terorîstên DIŞIê hatin girtin

endamên şaneyên razayî yên DIŞIê bûne.
کوردستان TV
100%

Li Neynewayê hatine girtin.

Dezgeha ewlekariya nîştimanî ya Îraqê belav kir ku di çarçoveya operasiyonên hêzên ewlekarî yên Îraqê de li dijî terorîstên DIŞIê, cara herî dawî li parêzgeha Neynewayê operasiyoneke din hatiye lidarxistin.

Li gor daxuyaniya han di operasiyonê de hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne 15 terorîstên DIŞIê ku destê wan di kiriyarên terorîstî de hebûne binçav bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew her 15 terorîst weke şaneyên razayî yên DIŞIê li Neynewayê kar kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.