Her sê Serokatiyên Kurdistanê dicivin

vê helwesta Kurdistanê were eşkerekirin.
کوردستان TV
100%

Behsa helwesta Kurdistanê li hember biryara Parlementoya Îraqê dikin.

Îro yekşem vê her sê Serokatiyên Kurdistanê ( Serokatiya herêmê, Serokwezîr û Serokatiya parlementoyê) dicivin.

Di civîna han de yaku firakisyonên Kurdistanî yên li parlementoya Îraqê de jî têde beşdar dibin giftûgo li ser biryara parlementoya Îraqê ya bo neşandina para Kurdistanê ji bûdceya Îraqê tê kirin.

Tê gotin ku piştî civînê daxuyaniyek bo raya giştî tê weşandin û di daxuyaniya han de helwesta fermî ya Kurdistanê li hember biryara han tê eşkerekirin.

Weke tê zanîn roja pêncşema hefteya derbabsûyî parlementoya Îraqê bêyî beşdariya firakisyonên Kurdistanî projeya deyin kirina pereyan pejrandibû û biryar dabû ku nabe hikûmeta Îraqê para Kurdistanê ji bûdceyê bişîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.