Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 190 kesên din bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku ji wan pêketiyan, 115 mêr in û 75 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 25
Til Temir: 2
Qamişlo: 17
Dêrik: 14
Girkê Legê: 7
Çilaxa:1
Amûdê: 8
Dirbêsiyê: 1
Kobanê: 25
Reqa: 22
Tebqa: 40
Dêrazor: 5
Minbic: 18
Şehba: 4
Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 17 kes baş bûne û 5 kesên jiyana xwe ji dest daye ji wan 2 ji Dêrikê ne û yek li Hesekê, yek li Dirbêsiyê û yek li Şehbayê ne.
Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 119 kesan, ji wan 158 kes jiyana xwe ji dest daye û 869 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin