Dibêje zarokên biçûk direvîne.
Birêveberê nahiyeya Sinûnê ya li Şingalê Nayêf Seydo ragihand ku xelkê Şingalê li dijî hebûna pkkê li deverên ne, jiber ku pkk zarokên biçûk direvîne û wan çekdar dike.
Nayêf Seydo herwiha eşkere kir ku heta niha bi dehan zarokên biçûk hatine revandin û malbetên wan daxwaza zarokên xwe dikin lê pkk ti bersifek nedaye wan.
Seydo tekez li ser wê yekê kir ku pkk li Şingalê zilmeke gelek mezin li şêniyên deverê dike û şêniyên deverê jî ji vê yekê bêzar bûne lewre daxwaza derketine pkk li deverê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin