Wezareta Tendirostiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1170 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 29 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirostiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1170 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 489 kes li Hewlêrê, 200 kes li Silêmaniyê, 40 kes li Germiyanê, 10 kes li Raperînê, 410 kes li Dihukê û 21 kes li Helebceyê ne.
Wezaretê diyar kiriye ku 29 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 13 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 471 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 87770
Mirin: 2760
Başbûn: 54047
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin