Li Îranê hejmara miriyên Koronayê ji 40 hezarî derbas bû

di nava du rojan de zêdetir ji 11 hezar kes bi Koronayê ketine.
کوردستان TV
100%


Li Îranê 457 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 11 hezar û 500 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tendirostiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 517 kes li wî welatî bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 726 hezar û 585 kesan.

Wezaretê herwiha da zanîn, ji duhî de 457 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 40 hezar û 121 kesan.

Li Îranê heta niha 541 hezar û 566 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Heta niha li çend bajar û parêzgehên Îranê qerentîne didome.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.