Serokwezîrê Bahreynê Jiyana xwe ji dest da

li Amerîkayê wefat kiriye.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Serokwezîrê Bahreynê Şêx Xelîfe bîn Salman el Xelîfe jiyana xwe ji dest daye.

Medya dewletê ya Bahreynê da zanîn ku Şêx Xelîfe yê 84 salî li Nexweşxaneya Mayo Clinic ya Amerîka miriye.

Li gor medya dewletê, karbidestên Bahreynê dê termê Şêx Xelîfe vegerînin welêt û beşdariya bo merasîma cenazeyê dê sînordarkirî be.

Bahreynê jiber mirina Şêx Xelîfe bo hefteyekê şîna neteweyî ragihand.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.