Amarên taybet bi Koronayê hatine belav kirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 772 kesên din bi Koronayê ketine, hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihuk û Silêmaniye ku 415 û 260 kese.
Herwiha di heman demê de 22 kes jî canê xwe ji dest dane ku dîsa hijmara herî zêde li Silêmanî û Dihukê bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin