Li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê Tirkiye xalên nû yên serbazî ava dike

liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê zêde bûne.
کوردستان TV
100%

Beşek ji dîwarê li hemberî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê artêşa Tikriyê ve tê radikirin û xalên nû yên serbazî tên avakirin.

Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê xalên nû yên serbazî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li beramber bajarokê Dirbêsiyê ava dike. Herwiha beşek ji dîwarê li ser sînor li beramber gundê Çetelê li heman deverê rakiriye.

Zanyarî destnîşan dikin, artêşa Tirkiyê sengerên axê jî çêkirine û bi şevê tevgera hêzên Tirkî li nêzîkî sînor zêde bûye.

Hêjayî balkişandinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di demek nêz de got li ser erdê sînor tiştên ku ew dixwazin pêk nehatine, ji ber vê yekê gefa operasyonê li hember Rojavayê Kurdistanê dixwe.ç

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.