Pashinyan: Me rêkeftina agirbestê îmze kir

6 hefte bû di navbera her du aliyan de şer hebû.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Ermenistanê behsa ragihandina agirbestê dike.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan diyar kir ku wî bi rêberên Azerbaycan û Rûsya re ser bidawîbûna şerê li Nagorno – Qarabaxê peymanek îmza kiriye.

Ew peymana ku Pashinyan dibêje wan îmza kiriye, li dû şeş hefteyên bi pevçûnên giran rast tê.

Pashinyan ji medya civakî got. Ew biryar bi analîzên kûr yên rewişa şer û bi danûstandinên bi pisporên herî baş yên li qadê re hatiye dayîn.

Wî da zanîn ku ew ne serketin e û dîyar kir ku heta ew nebêjin ku ew têkçûn e, ewê ne têkçûn be jî.

Hêzên Azerbaycanê roja Duşemê dîyar kiribûn ku wan li Nagorno – Qarabaxê bi dehan cîh bi dest xistine.

Medya dewletê ya Rûsya nûçeyên ser îmzakirina peymanê îmza piştrast kir lê ji alîyê Azerbaycanê ve hîn ti daxuyanîya fermî nehatiye dayîn.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.