Rewşa tendirostiya Îranê rastî metirsiyên mezin hatiye

heta niha zêdetir ji 38 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Rojane hijmara pêketiyan zêdetir dibe.

Wezareta tendirostî ya Îranê belav kiriye ku belav bûna Koronayê li seraserê Îranê gehêştiye asteke gelek metirsîdar û niha rewşa tendirostî ya li Îranê di metirsiyê deye.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îranê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Îranê bi giştî 10 hezar û 463 kes bi Koronayê ketine û di heman demê de 458 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îranê zêdetir ji 38 hezar kesan canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.