Yek ji wan şeva bûrî û yeke din jî îro danê sibê çê bûye.
Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî erdhejeke biçûk Silêmanî û derdorê Silêmanî hejandiye û xelk jî bi erdhejê hesiyaye.
Herwiha îro sêşem danê sibê erdhejeke din bi tundiya 3.4 pile li ser pîvera Rêxter Silêmanî û derdor hejand.
Ev erdheja han yaku bi tundiya 3.4 pile bûye, di kûrahiya 10km di bin erdê de çê bûye û 35km dûrî navenda bajarê Silêmanî bûye.
Ew her du erdhej ti zirarên canî û madî li pey nebûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin