Kurdistan û Holenda têkiliyên xwe bihêztir dikin

di warê çandiniyê de Holenda hevkariya Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokwezîrê Holendayê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Holendayê de duhê bi şev Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokwezîrê Holendayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 9ê Mijdara 2020an di yekem wêstgeha serdaneke fermî ya me de bo bajarê Lahay li gel Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte civiyan.

Di civînê de wezîrê pilandanîn û Serokê desteya hêlbirînê jî amadebûn û me giftûgo derbarê geşe pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera Holenda û herêma Kurdistanê bi taybetî alûgora barzirganî kir.

Herwiha hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanî yên bo bihêztir kirina jêrxana abûrî û fêde wergirtin ji karîn û psporiya Holendayê bi taybetî di warê çandiniyê de hatin nirxandin.

Hevdem li gel spasî kirin jiber piştîvaniyên Holendayê, me balkêşande ser reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî bo pir cur kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û rûbirû bûna qirîza darayî û me got: Herêma Kurdistanê xudan derfeteke başe bo ku bi hevkariya welatên dost geşe bi jêrxana abûriya xwe bide û bibe navendeke girîng ya bazirganî li deverê de.

Di beşeke din ya civînê de me behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û balkêşande ser girîngiya aramiya Îraqê û çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan li ser esasê destûra bingehîn.

Serokwezîr Holendayê amade bûna welatê xwe bo piştgîrî kirin ji herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên pêşmerge di rûbirû bûna terorê û hevkarî kirina geşe pêdana abûrî bi taybetî li warê çandinî û handana Hêlbirênerên Holendî bo hêlbirînê li herêma Kurdistanê de diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.