Harris Dibe yekem Jina Reşpêst ku wek Cîgira Serokê Amerîka tê hilbijartin

bi esil xelkê Hindistanê ye.
کوردستان TV
100%

Kamala Harris derbasî nav rûpelên dîrokê dibe û wek yekem jina reşpêst dibe Cîgira Serokê Amerîka. Ev post ya herî bilind e ku jinek di dîroka 244 salên Amerîka de gihîştiye.

Harris, sînatora wîlayeta California ya 56 salî, ew her wiha yekem kes e ku wek reşpêsteke ji binemaleke Başûrê Asya, dibe cîgira serokê Amerîka.

Nasnameya wê, wek jineka reşpêst, rê da wê ku karibe behsa regezperestîya sîstematîk bike û li dijî kiryarên hin efserên polîs raweste.

Serkeftina Harris di vê posta herî bilind de bo jinekê li Amerîka, her wiha hêvî dan wan jinên ku ji têkçûna Hillary Clinton ya 4 salan berê dilgiran bûbûn.

Harris di 1964an de jidayîk bûye. Dê û bavê wê du çalakvanên civaka sivîl bûn. Diya wê Shyamala Gopalan, ji Hindistanê û bavê wê Donald Harris, ji Jamaica li zanîngeha California hev nas kirin, lê wan hev berda dema ku Kamala û xwîşka wê hîn zarok bûn.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E.G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.