Li devera Newsûdê hatine birîndar kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, şeva derbasbûyî, du kolberên Kurd li navçeya Newsûdê ya li Hewramanê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de di encama êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûne.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku duhê bi şev hêzên çekdar yên Îranê li sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li navçeya Newsûd ya li devera Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encam de du kolberên Kurd birîndar bûne û bo derman kiriinê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin