AFP: Korona li Ewrûpa zêdetir ji 300 hezar kes kuştine

vê carê jî Îtalya di rêza yekem deye.
کوردستان TV
100%

Hejmarên rojane yên pêketinên vîrusa korona û mirinên ji wê vîrusê li Ewrûpa jinûve bilind dibin.

AFP’ê ragihand ku vîrusa korona li Ewrupa heta niha pirtir ji 300 hezar kes kuştine.

Li gor agahiyên ku AFP’ê ji sazîyên saxlemiyê yên welatên Ewrupa kom kirine, li wê parzemînê jiber vîrusa korona heta niha 300,688 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Agahiyên AFP’ê raber dikin ku sê paran du parên wan mirinan li Brîtanya, Îtalya, Fransa, Îspanya û Rûsya çêbûne.

Bi zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona re welatên wek Fransa, Îtalya û Brîtanya, ku di mehên havînê de tedbîr sist kiribûn, derketinên derve jinûve sînordar kirine.

Ji voayê hatiye wergrtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.