Duhê êwarê li goristana Pîrmamê hate veşartin.
Duhê êwarê termê parêzgarê Kerûkê Dr. Nicmedîn Kermî bi rêya balefirxaneya naventewî ya Hewlêrê gehêşte Kurdistanê.
Li balefirxaneya Hewlêrê hijmareke zêde xelk û rayedarên Kurdistanê pêşwaziya termê Dr, Nicmedîn Kerîm kirin û deste gol li ser termî wî danîn.
Her di heman merasimê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû û deste golek li ser termî Nicmedîn Kermî danî û çend peyv derbarê Dr, Nicmedîn Kerîm de pêşkêş kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku Dr, Nicmedîn Kerîm kesekî dilsoz, nîştimanperwer û têkoşerê dilsozê Kurd û Kurdistanê bû û herwiha ewîndarê welat û Kerkûkê jî bû.
Barzanî eşkere kir ku Nicmedîn Kerîm tevahiya jiyana xwe bo xizmet kirina welat û têkoşîn bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurd derbas kir û dema parêzgarê Kerkûkê jî bû, xizmeteke gelek zêde bi deverê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin