DIŞIê endazyarek revand û darve kir

25ê Cotmehê ew endaziyar revandibû.
کوردستان TV
100%

Berpirsên parêzgeha Enbarê aşkera kirin, DIŞIê ew endazyare darve kiriye ku 25ê meha Cotmehê li sînorê wê parêzgehê revandibû.

Îro 05.11.2020ê çavkaniyek koordîneya Enbarê ragehand, Amir Ceidian Fehdawî yê endazyarî yê malnişîn, berî naha DAIŞê ew revandibû û dora bajarokê Rutbe ya 300 kîlometreyan rojavayê Rumadî yê hatiye darve kirin.

Ew endazyare piştî malnişînbûnê li gel rêxistina Netewên Yekbûyî dest bi kar kiribû, lê 25ê Cotmehê grubeke DIŞIê 50 kîlometre rojhilatê Rutbe ya li rojavayê Enbarê hatibû revandin.

DIŞIê di pêgehên xwe yên çapemeniyê de belva kir ku ew endazyare darve kiriye û termê wî jî heta naha nehatiye dîtin û hêzên ewlehiyê jî bo dîtina termê wî hewldanên xwe berdewam dikin.

Heman çavkaniyê aşkera kir, Fehdawî di şerê dijî DIŞIê de beşdarî rêzên Heşdî Eşîret û hêzên ewlehiyê bibû.

Ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.