Hejmara pêketiyên Korona 48 mîlyon derbaz kir

hijmara herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 48,132,764 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 9,4 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 8,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,5 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,225,881 kesan jiyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 233,729 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 161,106 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 91 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4740 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.