Ew pêngav dijminkariyeke raste raste ya gelê Kurde

dibêje destê hêzeke din bi bûyerê de heye.
کوردستان TV
100%

Emîndarê wezareta pêşmerge dibêje nabe PKK tiştên wisa bike.

Piştî ku boriya petrola Kurdistanê li devera Bagoka Mêrdînê ya li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê pkkê ve hate teqandin, tevahiya hêzên Kurdistanê bertekên tund raber kirin.

Li ser wê mijarê Emîndar wezareta pêşmerge Serbest Lezgîn eşkere kir ku mixabin ku pkk ew kar kiriye û nedibû kiriba, ew pêngava han ya pkk dijminkariyeke raste rast ya gel û hikûmeta Kurdistanê ye.

Lezgîn eşkere kir ku cîha ku borî têde hatiye teqandin, çekdarên pkkê bi asanî nikarin bigehêjin deverê lewre tê payîn ku hêzeke din hevkariya pkkê kiriye û destê hêzeke din di bûyerê de heye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.