Serok Barzanî: Bila kes xwe neke alternatîfê hikûmeta destûrî ya herêmê

dibêje me şerê Kurd û Kurd heram kiriye bila ew helwesta me şaş fêm nekin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî derbarê kiriyarên PKK yên li herêma Kurdistanê de daxuyaniyek bo raya giştî weşand.

Derbarê kiriyarên pkkê yên li dijî herêma Kurdistanê û welatiyên Kurd de Serok Barzanî daxuyaniyek bo raya giştî weşand ku naveroka daxuyaniya wisaye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di vê rewşa aloza ku dever têda derbas dibe û li gel tavahiya wan qirîzan ku berê xwe dane welatê me, bi pêwîstî dizanim daxwaz ji hemû Kurdistaniyek bikim ku bi awayeke rastbîniyê rûbirûyê vê rewşa neguncav bibin û li asta berpirsiyariya dîrokî da bin û berev asayîkirin û nehiştina alozî û nexweşiyan hengavan bavêjin. Niha Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi zarok û gedeyên xwe yên dilsoze bo ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.

Dîrok şahêdiya vê yekê dide ku me şer Kurd li gel Kur heram kiriye û ew yek jî cîhê serfiraziyê ye bo me, jiber ku tevahiya aliyan ji şer û aloziyan û yekdeng nebûnê gelek zirarê dîtine.

Lê belê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlal kirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdaraneya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê bê dayîn. Nabê helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên me bê têkdan û welatiyên me bêne neçar kirin ku mal û warên xwe bi cîh bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîd kirin û kes jî deng neke.

Piştî êrîşa dirindaneya terorîstên DIŞIê, Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgiriyê li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin. Bêgûman ev reftar ne cihê qebûlkirinê ye. Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.

Lazime li bîra wan be ku dema di destpêka destpêkirina çalakiyên xwe de bûn, me bi her awayî  hevkariya wan kirin. Lê ew berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan da û paşê li çendîn qonaxan da şer jî li ser me da sepandin û li encamê da em hemû aliyek zerermend bûyîn.

Baştirîn helwest li vê demê da rêz girtine li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û her wiha valakirina wan hemû navçeyane ku li rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîr kirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê. Niha jî li gel da bê sedan gûnd ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadan kirin û bûne qadên şer û pevçûnan.

Li vir da daxwaz ji hemu aliyek dikim bo ku rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçê û cihên wêrankirî bêne avadan kirin û rê li aloziya zêdetir û rûdanên nexwastî bê girtin, pêwîste rê bi xwesepandina neyasayî ya çi aliyek nedin û piştevanê li xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê sîtemlêkiriyê me bikin û li asta berpirsiyariya vê qonaxê da bin.

Mesûd Barzanî

02.11.2020

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.