Mesrûr Barzanî: Em girîngiyê didin kerta çandiniyê

dibêje em dixwazên asayîşa xwerakê biparêzin.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîr kevira bingehîn ya projeya bibazar kirina genima Cotkarên Kurd li Hewlêrê danî.

Îro bi merasimeke fermî bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya projeya bibazar kirina genima Cotkarên Kurd hate danîn.

Di merasimê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke zêde dide kerta çandiniyê jiber ku ew kerta han bo dabîn kirina ewlekariya xwerakê gelek girînge.

 Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku armanca me ji cîhbicîh kirina projeya han dabîn kirina ewlekariya xwerakê ye li Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku ew proje ku biryar e heta Zistana sala bê, her du qonaxên wê werin cibicîkirin, Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr di gotara xwe de got: “Di naverasta sedsala borî de di şikefta Şandarê de li herêma Barzan hestiyên mirovê Neanderthal hatin dîtin ku berî 50 hezar sal dijiyan. Cihê balkişiyê ew e, bi wan hestiyan re genim hatibû dîtin. Ew nîşaneya pêwendiya rasterast a mirov bi çandiniyê re ye di wê serdemê de. Piştî wê, em dizanin ku gundê Çermo li Kurdistanê yek ji kevintirîn gundên cîhanê tê naskirin ku rûniştvanên wî gundî çandinî kirine. Ev jî tê wê wateyê ku pêwendiya gelê Kurdistanê û vê herêmê bi çandiniyê re, pêwendiyeke dîrokî ye. Lê mixabin di dirêjiya dîrokê de bi taybetî di sedsala borî de, wek pêwîst ji berhemên çandiyê yên Herêma Kurdistanê nehat wergirtin.

Serokwezîr herwiha anî ziman ku em dixwazên bi cîhbicîh kirina wan projeyan hana xelkê Kurdistanê bidin daku dûbare dest bi karê çandiniyê bike û tenê li benda mûçeya ku ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn nemîne.

Barzanî eşkere kir ku prosesa avedan kirinê di her warekî de didome û hêvî dikim ku bikaribin li ser prosesa han û cîhbicîh kirina projeyên din yên steratejîkî berdewam bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.