Şandeke Îraqî serdana Hewlêrê dike

amadekarî bo serjimêriya Îraqê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Amadekarî bo serjimêriya Îraqê tê kirin.

Birêveberê amara Kurdistanê Sîrwan Mihemed ragihand ku biryar hatiye dayîn daku di dawiya sala 2021an de li Îraqê serjimêriya giştî were kirin.

Sîrwan Mihemed eşkere kir ku bo lidarxistina serjimêriya giştî Hewlêr û Bexda dest bi giftûgoyan kirine û di wê çarçoveyê de jî wê îro şandek ji Bexdayê serdana Hewlêrê bike û li gel aliyên têkildar li Hewlêrê bicive.

Nav hatî eşkere kiriye ku hin mijarên teknîkî hene ku lazime bo lidarxistina serjimêriyê Hewlêr û Bexda li ser wan lihev bikin û ji niha ve dest bi nîqaşan li ser wan mijarn hatiyekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.