Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Wezareta tendirostî ya Îraqê daxuyaniyek weşand û têde amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatan de 2 hezar û 658 kes bi Koronayê ketine û 56 kes jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îraqê bi giştî 475 hezar û 288 kes bi Koronayê ketine û 10 hezar û 966 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin