Li Îranê zêdetir ji 400 kesên din canê xwe ji dest dan

31 parêzgehên Îranê jî weke herêmên metirsîdar hatine diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Rojane bi sedan kesên din jî bi Koronayê dikevin.

Wezareta tendirostî ya Îranê belav kir ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Îranê bi giştî 7 hezar û 719 welatiyên din bi Koronayê ketine û 434 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostiya Îranê herwiha eşkere kiriye ku heta niha li Îranê bi giştî 35 hezar û 298 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herwiha 620 hezar û 291 kes jî bi Koronayê ketine û 31 parêzgehên Îranê jî weke herêmên sor anjî herêmên metirsîdar hatine diyarkirin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.