Du rayedarên Tirkiyeyê bi koronayê ketine

peyvdarê Serokatiya Komar jî bi Koronayê ketiye.
کوردستان TV
100%

Yek ji wan wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê ye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê her ku diçe hijmara kesên ku li Tirkiyeyê bi Koronayê dikevin zêdetir dibe û di nava 24 seatên derbasbûyî de zêdetir ji 2 hezar û 200 kesan bi Koronayê ketine û 75 kes jî canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, hevjîna wî, Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî bi Koronayê ketine.

Herwiha hate zanîn ku Parlementerekê berê yê AKPê bi navê Burha Kuzu jî jiber Koronayê canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.