Melekşa bi Helbestvanê Awyerê binav kiriye.
Piştî ku duhê Helbestvan û Wêjevanê Kurd, Celal Melekşa koça dawî kir, îro Serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxî da malbeta wî.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Mixabin nûçeya koça dawî ya Helbestvanê mezin yê Kurd Celal Melekşayî gehêşte me, sersaxiyên xwe pêşkêşî, malbeta wî ya birêz, dost, heval û hogirên helbestên wî dikim, hevparê xema helbestvan û wêjevanên Kurdim bo wenda kirina Helbestvanê Awyerê.
Celal Melekşa sala 1951 li gundê Melekşa ya ser bi Sineyê ve ji dayik bûye û di warê wêje û helbestê de cîhê destê wî diyare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin