Di mehekê de 15 Kolber û kasibkar bûne qurbanî

4 kolber hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Bi êrîşa raste rast ya çekdarên Îranî bûne qurbanî.

Li gor raporta navenda mafên mirovan ya Hengawî, di nava Cotmeha sala 2020an de bi giştî 15 Kolber li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di encama êrîşên raste rast ya çekdarên Îranî de bûne qurbanî.

Hengawî belav kiriye ku di Cotmehê de bi giştî 4 Kolber bi êrîşa çekdarên Îranî canê xwe ji dest dane û 11 kolberên din jî birîndar bûne.

Li Urmiyeyê 6 êrîş pêk hatine ku di encam de 2 kes canê xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Li Sineyê jî bi heman awayî 6 êrîş pêk hatine ku 2 kes canê xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne û li Kirmaşanê jî 3 kes birîndar bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.