Îro salvegera dastana qehremaniyê ya Sihêlayê ye

sê sal biser dastana mezin re derbas dibe.
serok barzani
کوردستان TV
100%

Hêzên pêşmerge karîn bersifeke gelek dijwar bidin êrîşa artêşa Îraq û çekdarên heşda şebî.

Piştî îxaneta 16ê Cotmeha sala 2017an yaku bû sedema dagîr kirina Kerkûk û hin deverên din yên Kurdistanî, çekdarên heşda şebî bi fermandariya Îranê û artêşa Îraqê bihevre êrîşên xwe bo dagîr kirina deverên din yên Kurdistanî zêdetir û berfiretir kirin.

Yekem êrîşa wan ya bo dagîr kirina Hewlêrê li devera Pirdê bi têk birina artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hate pûçkirin.

Çend roj piştî dastana qehremaniya Pirdê, li devera Sihêlayê jî artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî êrîşeke berfire anîn ser hêzên pêşmerge, lê liwir jî hêzên pêşmerge bersifeke dijwar dan êrîşê û êrîş têk birin.

Serok Barzanî jî piştî sê salan bi ser dastana qehremaniya han de, di pirtûka xwe ya nû de ya bi navê Bo  Dîrokê, de behsa qehremaniya hêzên pêşmerge li Sihêla û Pirdê kiriye û nivîsandiye; Dastana Sihêlayê Şerê Sihêlayê yek ji şerê herî mezin û qehremaniya bêhempa ya dîroka nû ya gelê Kurdistanê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.