Êrîşên çekdarên Îranî bo ser Kolberên Kurd didomin.
Li gor jêderên herêmî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê çekdarên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dîsa êrîşî ser karwanên Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşên han de yên ku li sînorên Pîranşar û Baneyê de pêk hatine, du Kolber û Kasibkarên Kurd birîndar bûne.
Hate zanîn ku rewşa Kolberên birîndar başe û bo derman kirine bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin