Mihemed Qasim Firat dibêje lazime Kurd yekgirtî bin.
Neviya Şêx Seîdê Pîran Mihemed Qasim Firat eşkere kiriye ku gelê Kurd gelek kevnar ya Rojhilata Navîne û di dîrokê de jî diyare ku gelek qurbanî daye û dagîrkerên Kurdistanê jî gelek bê rehm û zalim bûne li hember gelê Kurd.
Firat eşkere kiriye ku dagîrkerên Kurdistanê hertim înkara hebûna gelê Kurd kirine û gelê Kurd jî yekgirtî nebûye, ji ber wê çendê jî dagîrker êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêdetir kirine û pîroziyên gelê Kurd ji nav birine.
Nav hatî eşkere kiriye ku jiber nakokiyên navxweyî gelê Kurd perçe perçe bûye û şer hev kiriye ku ew jî beşeke ji projeya dagîrkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd, lewre lazime Kurd li dîroka xwe bimêzînin û fêde ji şaştiyên ku hatine kirin werbigire refên xwe yek bixe û di bin rêberatiya Serokekê de bo bidest xistina maf û azadiyên xwe têkoşîna xwe bimeşîne.
Firat tekez li ser wê yekê kiriye ku gelê Kurd dikare di bin rêberatiya Serok Barzanî de ku rêberê tevahiya gelê Kurd e refên xwe yek bixe û têkoşîna xwe bo azadiya yekcarî bidomîne.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin