Jiber metirsîdar bûna rewşa tendirostî qedexe hatiye ragihandin.
Li Îranê her ku diçe rewşa tendirostî aloztir dibe û ew yek li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî aloze.
Di heman çarçoveyê de, Parêzgarê Parêzgeha Kirmaşanê Hûşeng Bazvend ragihandiye ku jiber zêde bûna belav bûna Koronayê û rewşa aloz ya tendirostî li parêzgeha Kirmaşanê, biryar hatiye dayîn daku bi qasî hefteyekê li parêzgehê qedexe were ragihandin.
Beriya niha jî li Tehran û çend bajarên din yên Îranê qedexe hatibû ragihandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin