Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber koça dawî ya Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kak Mem Botanî peyameke sersaxî pêşkêş kir.
Serokê herêmê nivîsandiye; Mixabin nûçeya koça dawî ya Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kak Mem Botanî gehêşte me, serdaxiyên xwe pêşkêşî malbeta birêz ya Botanî, kesûkarên wî, hewal, dost û Nivîskarên Kurdistanê dikim û hevparê xema we me.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim rehmetî bi ceneta xwe şad bike û sebir jî bide tevahiya aliyan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin