Ew guhertin bi rêya normal kirina têkiliyan dibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di gotareke xwe de diyar kiriye ku normal kirina têkiliyên welatên Erebî li gel Îsraîlê dibe sedema derbas kirina wan kêşe û arîşeyan ku demeke dirêj bû rastî Îsraîlê hatibûn.
Netanyahu herwiha eşkere kiriye ku normal kirina wan têkiliyan dibe sedema çêbûna pêvajoyeke nû li deverê de û bi saya pêvajoya han nexşeya Rojhilata Navîn jî tê guhertin.
Nav hatî diyar kiriye ku heta niha Siûdiye bi fermî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal nekiriye lê rê dide wan balefirên ku ji welatên din ve ber bi Îsraîlê ve, tên bi asaman Siûdiyeyê re derbas bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin