Di nava balefirgeha Kerkûkê de ava dike.
Çekdarên heşda şebî piştî çend mehan perwerdehiya leşkerî, li nava balefirgeha Kerkûkê de navendeke din ya leşkerî bi navê navenda leşkerî ya Ebû Mehdî Muhendis vekirin.
Li gor zaniyariyên berdest ew hêzên han weke hêzên taybetin û erkê wan kar kirin li Kerkûk û derdorê dibe û di dema her cure bûyerekê de li Kerkûkê de dest bi çalakiyên leşkerî dikin.
Ew di demekê de ye ku hem Kurd, him jî Amerîka û Îraq hewl bo wê yekê didin ku dosyeya Kerkûk û deverên din yên derveya îdareya Kurdistanê radestî hêzeke hevbeş ji hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin