Ew her du gund li devera Nihêlê ne.
Li gor zaniyariyên berdest îro balefirên şer yên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe de yên bo ser gerîlayên pkk, çend gundên derdorê Nihêlê ya li nêzî Zaxoyê bordiman kirine û di encama bordmana han de agir bi bax, daristan û rezên wan her du gundan ber bûye.
Di encama bordimanê de zirarên mezin yên madî ber her du gundên Sergelî û Sigêrî ketine.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê li quntarên Qendîl û devera Pişderê jî gelek bi nizmî li ser asmanê gundên deverê firîne lê heta niha nayê zanîn ka gelo ti dever bordiman kirine an na?
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin