Doz li dijî 11 Parlementerên din yên HDPê hat tomar kirin

dozên wan radestî serokatiya parlementoyê hatine kirin.
کوردستان TV
100%

Dozgeriya giştî daxwaza hilweşandina parêzbendiya wan dike.

Serokatiya Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê belav kiriye ku li dijî 11 Parlementerên din yên HDPê, bi hinceta tometên curbicur, doz hatiye vekirin.

Dozgeriya giştî herwiha eşkere kiriye ku bo ku lêpirsîn ji wan Parlementeran were kirin, dozên han radestî Serokatiya parlementoya Tirkiyeyê hatiye kirin û daxwaza hilweşandina parêzbendiya wan parlementeran hatiye kirin.

Ji aliyeke din ve her îro pêncşem, polîsên Tirk li Amedê jî êrîşî ser navenda serekî ya Amedê a HDPê kirin û hijmareke rayedar û endamên din yên HDPê binçav kirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.