Ewlekariya Ferhatiye radestî artêşê tê kirin

12 şêniyên deverê ji aliyê çekdaran ve hatibûn kuştin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê li ser wê mijarê biryar daye.

Hefteyek piştî revandin û kuştina 12 welatiyan ji aliyê komeke çekdar ve, li devera Ferhatiye ya li nahiyeya Beled ya li başûrê parêzgeha Selahedînê, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî biryarek der kir.

Li gor biryara han, wê ji niha û pêde ewlekariya devera Ferhatiye û Beled ji aliyê artêşa Îraqê ve were parastin û ti hêzeke çekdar nabe li deverê bimîne.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî termê 12 şêniyên devera Ferhatiye ku ji aliyê komên çekdar ve ku dihat gotin komên han ser bi heşda şebî ne, hatibûn kuştin, hatibûn dîtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.