Du tunel û du cadeyên serekî ne.
Di çarçoveya bernameya hikûmetê de ya bo xizmet kirin û avedan kirina welat de, wê di demeke nêz de 4 projeyên din yên girîng û steratejîk werin temamkirin.
Di wê derbarê de birêveberê cade û rêyên Hewlêrê Mihemed Mehdî ragihand ku di demeke nêz de rêya navbera Hewlêr û Koyeyê tê temamkirin û herwiha rêya Hac Omeran û Çomanê jî tê temamkirin.
Mehdî herwiha eşkere kiriye ku wê tunela Hebet Sultan ya li Koyeyê û tunela Herîrê jî tên temamkirin û bi wê awayî hatûçûya welatiyan gelek asantir dibe.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin