Salih Mutleq: Min tenê 800 miliyon dolar wer girtiye

dibêje baştirîn hevkarî bo awareyan vegerandina wan bo ser malên wan e.
کوردستان TV
100%

Dibêje ew pere bo awareyan mesref kirine.

Piştî belav bûna nûçeyekê ku behsa wê yekê dike ku Serokê eniya diyalogê ya Îraqê Salih Mutleq bi qasî 1 miliyar dolar di bin navê hevkarî kirina awareyan de wer girtiye, Mutleq jî li ser mijarê daxuyanî da.

Salih Mutleq eşkere kiriye ku ew 1 miliyar dolar wer negirtiye belku tenê 700 heta 800 miliyon dolar wer girtiye û dema hijmara awareyan 100 hezar kes bûne, bo her malbeteke aware 1 miliyon dînar mesref kiriye.

Mutleq tekez li ser wê yekê kiriye ku pişt re hijmara awareyan bo 3 heta 4 miliyon kes zêde bû û pere jî têrê nekirin.

Nav hatî diyar kiriye ku baştirîn hevkarî bo awareyan vegerandina wan e bo ser malên xwe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.