Amerîka dorpêç danî ser 6 kompaniyan

tevahiya wan kompaniyan Çînî ne.
کوردستان TV
100%

Jiber ku hevkariya kompaniyeke Îranî kirine.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku ew welat, alî û kompaniyên ku piştî bi dawî hatina dema dorpêçên çekan bo ser Îranê, bi her awayî hevkarî li gel Îranê bikin wê werin cezakirin.

Wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku di heman çarçoveyê de, hikûmeta Amerîkayê bi hinceta ku hevkariya kompaniya keştîranî ya Îranê ( IRISL) kirine dorpêç daniye ser 6 kompaniyên curbicur yên cîhanî.

Her li ser wê mijarê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo gotiye ku ew her 6 kompanî ku hevkariya Îranê kirine kompaniyên Çînî ne û hatine cezakirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.