Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl ragihand, Swêd piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - Kurdî re tekez kir.
Şandek Wezareta Derve ya Swêdê çend roj in li rojavayê Kurdistanê ye. Duh jî li gel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) civiya.
şanda Swêdî di civînê de piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - Kurdî li Rojavayê Kurdistanê re nîşan da û amadebûna welatê xwe ji bo her alîkariyê jî anîn ziman.
Di vê derbarê de Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ji K24ê re got: Swêd piştgire ji diyloga Kurdî – Kurdî re dike û sedema vê yekê ew e ku kurd li Sûriyê xwedî projeyeke demokratîk in.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin