WSJ: Şandeke Amerîkî piştî şerê navxweyî yekem car serdana Şamê kir

daxwaza azad kirina girtiyan kiriye.
کوردستان TV
100%

 Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê (WSJ) ragihandiye ku cara yekem piştî şerê navxweyî li Sûriyê, şandeke Amerîkî bi awayekî veşartî serdana Şamê kiriye û bi berpirsên rejîma Beşar Esed re hevdîtin pêk aniye.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê ragihandiye, şanda Amerîkî bi serokatiya şewirmendê serokê Amerîkayê û berpirsê tekoşîna hember terorê li encûmena asayîşa netewî li Koşka Spî Kash Patel serdana Şamê kiriye.

WSJê diyar kiriye ku ew berpirsê payebilind ê Amerîkî hewl daye rêkeftineke veşartî li gel serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed îmze bike, ku du rehîneyên Amerîkî ango du kesên wek bertîl hatine girtin bêne azadkirin, ku ji aliyê çekdarên ser bi rejîmê ve hatibûn revandin.

Hat gotin ku ew du kesên Amerîkî yek ji wan rojnamevan Austin Tice ku sala 2012ê ve li navçeyên bin desthilata rejîma Sûriyê winda bûye û yê din jî Dr. Macid Kamalmaz e ku bijîşkekî bi eslê xwe Sûrî yê û hemwelatiyê Amerîkayê ye ku ji sala 2017an ve li navçeyên bin desthilata rejîma Sûriyê winda bûye. 

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N; E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.